Di werara dîrokî de, bi tevkarîya gelek zanyar, zimanzan, wêjevan û wergernasan nêrîn, têgih û teorîyên der barê wergerê de berfireh bûn. Bi saya vê dîroka dêrîn, werger û wergernasî îro xwedî paşxaneyeke zengîn a termînolojîyê ye. Ev termînolojî têgihên xweser ên wergerê, navên ekol, ranêzikî û teorîyên wergerê û her wisa stratejî û teknîkên wergerê digire nava xwe. Ferhenga Têgihên Wergerê ji hêlekê ve têgihên xweser ên wergerê bi zimanê Kurdî bi nav dike û ji hêla din ve jî pênaseya wan dike û qada spesîfîk, a ku wê ew têgih tê de werin bikaranîn, destnîşan dike. Bi heman awayî, bi dabînkirina bergindên xalbendan ên bi Îngilîzî û Tirkî jî ev xebat rêya danberhevîyê dide bikarhênerên ferhengê da ku wan bergindan wekî navgînên têgihaştin û têkildarkirinê bi kar bînin. Her du amadekarên vê xebata hevpar, Dilawer Zeraq û Samî Hêzil, hem di asta teorîk de û hem jî di asta pratîk de bi salan bi wergerê re mijûl bûne û bi vê tecribeya xwe ya heyî armanc û hêvî dikin ku ferhenga wergerê ya li ber destê we bibe gaveke destpêkê; û ji bo xebatên pêşerojê yên bi vî rengî, alîkarîya vekolerên wergerê û wergêrên di qada pratîkî de bike.

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 169,40 | 169,40 |
| 2 | 90,63 | 181,26 |
| 3 | 61,55 | 184,65 |
| 6 | 32,47 | 194,81 |
| 9 | 22,59 | 203,28 |
| 12 | 17,79 | 213,44 |