Û ji we berê kê kete Mêrdîna şewitî, pêşî li pozê wê binerin, pê re berê xwe bidin çiyayê Maziya porxelek, Bagoka dest hinekirî û paşê Biloka xopan, çav li devî û newalên wê biqûrifînin, heger we çalek û tê de giyanên pêxwas, hestiyên helandî, mejiyên bêbir, sûretên napkirî, zimanên bêhnok, guhên bêqûl, çavên rijiyayî, pozên pelixandî, diranên zingarî, pêçiyên porgirtî, piyên çelexwarî, nenûkên ji dasî hatine birîn… û bêhnek, bêhna fikrên gûrandî dît, bizanibin ku Kazim Xoce û heft rêhevalên xwe di wir de ne…û hûnê pêre gora Şêx Seîd û Seyîd Riza jî bibînin, heger we nedît, ji nûha pê de ne gengaze ku kesek vê gora komî bibîne û wê neyê dîtin jî.
Û qet nebe çavên xwe têxin giroverên çavên Xakê û li rûwê wan cangoriyan binihêrin…

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 128,00 | 128,00 |
| 2 | 68,48 | 136,96 |
| 3 | 46,51 | 139,52 |
| 6 | 24,53 | 147,20 |
| 9 | 17,07 | 153,60 |
| 12 | 13,44 | 161,28 |