Wenejan

Stok Kodu:
9786259183824
Boyut:
13.5x21
Sayfa Sayısı:
104
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2026-09
Kapak Türü:
Ciltsiz
Kağıt Türü:
2. Hamur
%25 indirimli
350,00TL
262,50TL
Taksitli fiyat: 12 x 27,56TL
9786259183824
940282
Wenejan
Wenejan
262.5

Muslum navê vê pirtûka xwe kiriye WÊNEJAN, ku bi rastî jî li gora navê xwe ye ev pirtûk. Vêca ku hûn nexwazin mijarên biêş bixwînin, hema ji serî ve dev ji vê pirtûka Muslum berdin û herin ji xwe re li pirtûkeke din bigerin. Lê ez baş dizanim ku hûn jî mîna min dev ji vê pirtûkê bernadin û hûnê pê de hetanî dawî herin. Lewre dîroka me bi êşê hatiye hûnandin û meyla me hemû kurdan bi ser êşê de ye.

Ji sibê hetanî êvarê em henekan bikin jî, dilê me tijî êş e û em jî dizanin ku bi wan henekên xwe em nikarin ser êşa xwe ya hezarsale bigirin. Qey qedera me ev e ku nasnameya me li ser êş û azarê hatiye avakirin. Stranên me, lorîkên dayikên me, çîrokên me hemû bi êşê hatine hûnandin. Ji ber wê jî hemû wateyên ku em lê digerin bi êşê ve hatine girêdan û em jî timî bê hemdê xwe li pey wê diçin. Lê helbet mijar êş be jî, wêje tiştekî din e.

Di van çîrokan de zimanê Muslum pir sade, herikbar e, dûrî fen û fît û lîstikên zimanî ye. Zimanekî nêzîkî zimanê me yê jiyana rojane ye, lê çêjeke resen tê de heye ku mirov ber bi xwe ve dikişîne. Hûnandina çîrokan jî weke zimanê wî sade ye û bêhtir nêzîkî serpêhatiyan e. Em vê yekê pir xweş dibînin di çîrokên wî de û bi taybetî jî di 'Kemîn' û 'Heta Vê Derê' de.
Muslum di vê pirtûka xwe de bi şeş çîrokan derketiye hemberî me-xwendevanên xwe. Bi çîroka Dilbayê êşa qurbaniyeke şer hûnaye ku bi awayekî trajîk leheng dawiyê li jiyana xwe tîne. Ew xwe dikuje, lê di rastiyê de kujerê wê civat û dewlet tevde ye. Asîman bi xwe jî hetanî sibeh li ser digirî mîna gunehkarekî ku sûcê xwe qebûl bike. Bi çîroka Dîlberê jî, wêneyê êşa du evîndarên ku hepsê ew ji hev veqetandine dikişîne. Wêneyê êşa Ferhanê zindanî û Dîlbera wî ya ku li dû xwe hiştibû. Wêneyê evîneke nîvcomayî ku bûye çîroka gelek xort û keçên kurd.

Di kemînê de jî, Muslum ji me re wêneyekî din î balkêş dikişîne: Wêneyê trajediya xortekî kurd (Mêhdî) ê ku li leşkeriya tirkan e dikişîne. Çîroka wî jî agir bi nava mirov dixîne. Li herdu aliyên şer jî, tirajedî para kurda ye!
Di Lêgerînê de, Muslum wêneyê êşa Selîmê berxwedêr û trajediya wî dikşîne. Lê vê carê bi awayekî cuda vî wêneyî nîşanî me dide. Ev wêne bêhtir bi awayê serpêhatiyekê ye ku cizîniyê bi nava mirov dixe. Berxwedana li hember dijmin, li hember hevalên xwe û li hember xwe ku di dawiyê xwediyê xwe dîn dike. Li Bergeha Mirinê, çawa ku Muslum dibêje, wêneyê 'Lehengekî dilqemer dikişîne ku çavên xwe di strana serhildêr de girtine'.

Lehengê wêneyê dawî ku Muslum kişandiye, ê di çîroka 'Heta Vê Derê' de, leşkerekî artêşa tirkan e ku ew jî xortekî kurd e û qedera wî ew aniye ser devê zinarekî sekinandiye. Peywira wî jî tenê ew e ku xwe di wî zinarî de werbike!

Hemû lehengên Muslum lehegên êşê ne. Hemû lehengên wî nêzîkî me ne û bi me nas tên bi qasî ku em bêjin, 'ez vî ciwamêrî-vê ciwanikê baş nadikim'. Lê ew bi bêşensiya xwe jî ewqasî dûrî me ne ku em ji xwe re bibêjin, 'ewqasî jî nabe'. lewre bêşensiyeke kujer hemûçikan ber bi mirineke bêhawe ve didehfîne. Gava mirov wê bêşensî û wê êşa wan dixwîne, hemû êşên xwe ji bîr dike. Yani ev çîrok dê ji we re bibin dermanê jibîrkirina êşên we heger hûn bixwînin. Werin em bi hev re bixwînin û spasiya pênûsa Muslum Aslan bikin!

Menaf Osman

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Tüm Kartlar
Taksit Sayısı Taksit tutarı Genel Toplam
Tek Çekim 262,50    262,50   
2 140,44    280,88   
3 95,38    286,13   
6 50,31    301,88   
9 35,00    315,00   
12 27,56    330,75   
Kapat