Di Gulîstan û Şevê de Hesen Silêvanî ji alîyekî de şerekî qirêj bi hemû ciwanîya hunerî û vegotina lihevhatî li ber çavan radixe û ji alîyekî din ve psîkolojîya Kurdên ku leşkerîyê ji ‘dijminê’ xwe re dikin, bi hevokên kurt û watedar û ew çend nêzî derûnîya rasteqîn a merivê Kurd bi bîra me dixe.
Di romanê de, Hesenê ku li pêşberî efserê xwe (serbazê leşkerî) bi nîv-Erebîyekê ‘tekmîlê’ dideyê û dike nake nikare xwe îfade bike, bi dû re hawara xwe digihîne ‘tertîbê’ xwe Dilşad û jê re dibêje: “Dilşad, de were vî dewarî tê bigihîne” ew qasî dişibe Kurdekî ku leşkerîyê ji Tirkan an Farisan re dike!
Hesen Silêvanî, bi zanîn, vê birîna hevbeş dixe tevna romanê û bi awayekî serketî li gel ku bîra her merivê Kurd ê ku leşkerî ji vî û wî re kiriye bikole; hest û dilînên reva ji ‘cehenemê’ û çûna ‘behiştê’, ‘behişta berfîn’ yanî çîyayên Kurdistanê, çîyayên ku duh jî û îro jî sembola azadîyê ne, bi hêminîyeke siruştî û vegotineke merivî li ber çavên me radixe.
Berhem her çend wekî berhemeke cure-wêjeyî navê kurteromanê lê hatibe kirin jî, ji bilî beşên di çêja helbestê de, helbesta şeveke çardehperwaz e. Her perwazek bi her vehesandinekê re hilmeke bendemayîna gîyansotîner e.
Em dikarin bibêjin ku Gulîstan û Şev derî û sînorên bi xilq û asê yên li ber wêjeya Kurdî rûdixîne, xwîneran bi berhemê re ji sînoran diqevizîne û wan digihîne gîyanên wan ên jibîrbûyî.

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 154,00 | 154,00 |
| 2 | 82,39 | 164,78 |
| 3 | 55,95 | 167,86 |
| 6 | 29,52 | 177,10 |
| 9 | 20,53 | 184,80 |
| 12 | 16,17 | 194,04 |