Min rahişt çend dilop hubir
Di nirxên civaka qedîm dakir
Rûkir curmê dîrokê
Kuta bi mîrkutê eşqê
Xist kîsê razên jiyanê
Û li ser pişta xwe barkir…
Temen gihîşt şêst salî
Bi tevneke serbest û amatorî
Çîrokên pêjnên kurdewar bi şax û gulî nijinî
Min rahişt lodê û li ser dika heqîqetê danî…
Hêstrên ku ji kaniya dil dawerivîn berhevkir
Wek çavdêrekî di bêjinga siyasetê werda
Li ser pişta bager û bablîsokan siwar kir
Û bi ber felsefeya jiyanê ve, bi rê kir
Şop û xêzên dîrokê dan hev
Tevli dilopên hubrê kir
Wekî hevîr stra û pê, dîmen bi dîmen
Riste bi riste, beyt bi beyt, çarîn bi çarîn
Peykerê heval û hogiran çêkir
Min rahişt çend dilop hubir
Di nirxên civaka qedîm dakir
Rûkir curmê dîrokê
Kuta bi mîrkutê eşqê
Xist kîsê razên jiyanê
Û li ser pişta xwe barkir…
Temen gihîşt şêst salî
Bi tevneke serbest û amatorî
Çîrokên pêjnên kurdewar bi şax û gulî nijinî
Min rahişt lodê û li ser dika heqîqetê danî…
Hêstrên ku ji kaniya dil dawerivîn berhevkir
Wek çavdêrekî di bêjinga siyasetê werda
Li ser pişta bager û bablîsokan siwar kir
Û bi ber felsefeya jiyanê ve, bi rê kir
Şop û xêzên dîrokê dan hev
Tevli dilopên hubrê kir
Wekî hevîr stra û pê, dîmen bi dîmen
Riste bi riste, beyt bi beyt, çarîn bi çarîn
Peykerê heval û hogiran çêkir
| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 180,00 | 180,00 |
| 2 | 96,30 | 192,60 |
| 3 | 65,40 | 196,20 |
| 6 | 34,50 | 207,00 |
| 9 | 24,00 | 216,00 |
| 12 | 18,90 | 226,80 |